Fransa, mosekên dûravêj disîne Ukraynayê!

11 July 2023 17:00 0 dîtin
Fransa, mosekên dûravêj disîne Ukraynayê!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, di Lûtkeya Rêberên NATOyê ya li Vilniusê de ji aliyê Serokomarê Fransayê Macron ve hat ragihandin ku ji bo piştgiriyê, dê moşekên dûravêj ji bo Ukraynayê bên şandin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku di lûtkeyê de ku yek ji mijarên sereke şerê navbera Rusya û Ukraynayê ye, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ê hikûmeta wan, ji bo piştgiriya çekdarî moşekên dûravêj bişîne paytexta Ukraynayê ya Kievê.

Macron, di dewama agahiyên xwe de got ku

"Min biryar da ku dayîna çek û alavan a ji bo Ukraynayê zêde bikim. Bi vê yekê em pabendî doktrîna xwe ne ku rê bidin Ukraynayê xaka xwe biparêze. Me biryar da ku em moşekên nû yên ku rê didin êrîşên kûr, peyda bikin.”