Brîtanya mosekên dûravêj ên xwedî menzîla 250 km ji Ukraynayê re disîne

11 May 2023 21:04 0 dîtin
Brîtanya mosekên dûravêj ên xwedî menzîla 250 km ji Ukraynayê re disîne

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Ben Wallace piştrast kir ku ew dê moşekên dûravêj yên Strom Shadow ji Ukraynayê re bişînin.

Wallace di gotara xwe ya parlamentoya Brîtanyayê de, li ser nûçeyên derbarê mijara şandina moşekên dûravêj de got, dê Ukrayna bi moşekên Storm Shadow bikaribe êdî depo û cebilxaneyên Rûsyayê yên li paş eniyên şer bike armanc.

Wezîrê Brîtanî diyar kir ku şandina van moşekan dê şansekî bide Ukraynayê ku bikaribe hêzên rûsî bi paş bixe û li hember hovîtiya Rûsyayê berevaniyê bike.

Wallace da zanîn ku sîstemên moşekî tenê di çarçoveya ku Ukrayna herêma xwe ya serweriyê biparêze têne dayîn.

 Moşekên Storm Shadow ên seyrê xwedî menzîla 250 kîlometre ne.