Navenda Revenda Kurd Li Derve êrîsên PKKê sermezar kir

14 November 2020 16:30 0 dîtin
Navenda Revenda Kurd Li Derve êrîsên PKKê sermezar kir

PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê, Navenda Revenda Kurd Li Derve êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ser Pêşmerge şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Mixabin, di vê rewşa hestiyar a aborî, tendirustî û siyasî a bi taybetî li herêmê û Kurdistanê, divê hinek zanyarî û şîrove werin kirin di derbareyê êrîşa li ser Hêza Pêşmergeyên ku stûyê terorîstên DAIŞê têkşikandin. Ew girjî û aloziyên ji aliyê PKKê ve têne kirin ji xeynî têkdana aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, dijayetiya destkeftiyên nîştimanî û neteweyî yên gelê me, metirsî ye ji bo jiyan û berjewendiyên Herêma Kurdistanê û bandora wê ya li ser civata navneteweyî jî.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Em di vê demê de piştgiriya xwe ji bo qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê, dam û dezgayên destûrî, yasayî û destkeftiyên nîştimanî û neteweyî eşkere dikin. Em destdirêjiya li ser berjewendiyên nîştimanî şermezar dikin.”

Rewenda Kurd dide zanîn: “Em ji serkirdeyên PKKê dixwazin ku di vê rewşa hestiyar ya başûrê Kurdistanê de keda xelkê berçav bigirin. Ji bo rêgiriya bûyerên neyînî, divê dest neavêjin kar û barên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzgirtinê jêre bikin, û vegerin meydana xwe ya rastî ku ew jî bakurê Kurdistanê ye. Divê pirsgirêkên nakok bi rêya diyalog û bi hestên berpirsiyaretiya nîştimanî çareser bikin. Aştî û aramiya nav mala Kurdan biparêzin. Bi hîç şêweyekî nabe ku ezmûna şerê Kurd û Kurd dubare bibe. Dem, dema diyalog û çareseriya aştiyane ya pirsgirêk û nakokiyan e.”