Wezareta Derve ya Iraqê ji bo êrîsên ser Kurdistanê hisyarî da Îranê...

18 June 2020 17:05 0 dîtin
Wezareta Derve ya Iraqê ji bo êrîsên ser Kurdistanê hisyarî da Îranê...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Derve ya Iraqê, bang li Balyozê Îranê yê Iraqê kiriye û li ser êrîşên  bi ser navçeya Hacî Omeran a nav sînorên Hewlêrê de, hişyarî daye Îranê.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, li ser êrîşên asmanî yên bi ser herêma Hacî Omeranê de, bang li Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî hatiye kirin û hişyarî hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku êrîş bûne sedema tirsê û ziyana ser milkên gelemperiyê û li bendê ne ku Îran rêzê li serweriya Iraqê bigire.

Hêzên Pasdarên Îranê doh û pêr êrîş biribûn ser deverên sînorî yên Hewlêrê ku hevdem Tirkiyê jî êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kiribû, bi hinceta hebûna PKKê.

Iraqê cara duyem bangî Balyozê Tirkiye yê Bexdayê Fatih Yildiz kir û tevî şermezarkirina êrîşan xwestibû Tirkiye hêzên xwe ji nav xaka Iraq û Kurdistanê vekişîne.