Wezareta Derve ya Iraqê du ofîsan li Herêma Kurdistanê vedike

13 July 2019 14:37 0 dîtin
Wezareta Derve ya Iraqê du ofîsan li Herêma Kurdistanê vedike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Derve ya Iraqê dixwaze ‘di demeke nêzîk de’ du ofîsan li Herêma Kurdistanê veke.

Li gorî agahiyên BasNewsê, Wezareta Derve ya Iraqê dixwaze du ofîsan, yekê li Hewlêrê û yekê jî li Silêmaniyê, veke bo bicîhanîna karên welatiyan.

Li ser vê mijarê, parlementerê kurd û endamê komîsyona pêwendiyên derve ya parlementoya Iraqê, Beyar Doskî got, rast e tiştekî wisa heye. Wezareta Derve ya Iraqê dixwaze di demek nêzîk de wê yekê bike.

Bi vekirina wan ofîsan re êdî xelkê Herêma Kurdistanê neçar namînin bo karên xwe biçin Bexdayê.

Beriya niha hikûmeta Iraqê hewl dabû tenê ofîsekî li Herêma Kurdistanê veke, ew jî li Hewlêrê be, bêyî ku ji hikûmeta Kurdistanê re bêje, lê hikûmeta Kurdistanê nerazîbûn nîşan dabû. Piştî wê yekê her du hikûmetan li ser vekirina du ofîsan li hev kiribûn.