WSJ: Êrîsên dawî yên DAISê destpêka helmeteke mezin a tirsandinê ye

23 December 2022 22:03 0 dîtin
WSJ: Êrîsên dawî yên DAISê destpêka helmeteke mezin a tirsandinê ye

PeyamaKurd - Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî li ser zêdebûna êrîşên terorî yên vê dawiyê li Iraqê raporek belav kir û ragihand, DAIŞ li Iraqê ji nû ve zindî bûye û dibe di rojên pêş de hejmara êrîşan hîn zêdetir bike.

WSJê daye xuyakirin, tevgerên vê dawiyê yên DAIŞê tenê destpêka helmeteke mezin a tirsandinê li Iraqê ye, eger berpirsên ewlehiyê zû gavên pêwîst neavêjin, dê qurbaniyên destên DAIŞê zêdetir bibin.

‘Plan dikin çekdarên ji zindanên Rojava direvin bi kar bînin’

Rojnameyê daye zanîn, DAIŞ plan dike ku kesên ku ji zindanên Sûrî direvin bikar bîne da ku rêzên xwe ji nû ve birêxistin bike û êrîşî gel û hêzên ewlekarî bike.

Hefteya borî çekdarên DAIŞê li çend navçeyên parêzgeha Diyala û Kerkûkê êrişî hêzên Iraqî û sivîlan kiribûn û di encamê de zêdetirî 15 kes hatibûn kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûbûn.

DAIŞê taktîkên şer guhertiye

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî li ser wan êrîşan gotibû, DAIŞê taktîkên şer guhertiye û karwanên leşkerî û ewlehiyê bi bombeyên vedayî dike armanc.

Li aliyê din Serokwezîrê Iraqî Mihemed Şiya Sûdanî jî piştî êrîşan civîneke ewlehiyê li dar xistibû û rewşa ewlehiya parêzgehên Kerkûk û Diyalayê hatibû gotûbêj kirin.

Hêjayî balkişandiye ku êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê bi taybet piştî lihevkirina hikûmeta Iraqê û Kurdistanê li ser bicihanîna madeya 140 a navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûne.