Bombeyeke vedayî bi hêzên Hesda Seibî de teqiya: Birîndar hene

09 April 2022 09:41 0 dîtin
Bombeyeke vedayî bi hêzên Hesda Seibî de teqiya: Birîndar hene

PeyamaKurd  Li parêzgeha Enbarê bombeyeke vedayî bi hêzên Heşda Şeibî de teqiya û di encamê de çekdarek hat kuştin, du çekdar jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê, li navçeya Ekaşat a li rojavayê parêzgeha Enbarê, bombeyeke vedayî bi otomobîleke Lîwaya 13 ya Heşda Şeibî de teqiya û di encamê de çekdarek hat kuştin, du çekdar jî birîndar bûn.

Desteyê di daxuyaniyê de eşkere kir, ev bûyera şeva borî qewimiye û çekdarên Heşda Şeibî di dema erkê xwe de rastî bûyerê hatine, bombeya vedayî jî ji paşmahiyên teqemeniyê yên çekdarên DAIŞê bûye.