Hêzên rejîmê êrîsê Idlibê kirin
PeyamaKurd- Grûbên bi desteka Îranê û hêzên rejîma Sûriyê bi topan li der û dora Idlibe xistin û di encamê de 5 kes mirin û 25 kesên sîvîl jî birîndar bûn. Deverên ku bi topan lê dane di nava sînorê Idlibê de ne ku diviya li wan deveran şer çênebûya.
Hêzên rejîm û grûbên bi desteka Îranê, di nava sînorê Idlibê de, bi topên giran li navçeya Merratinnûmanê, li gundênEl Kisabiyye, El Tûh û Hoş El Kissabiyye xistin. Rêvebirê Parastina Sîvîl yê Idlibê Mustafa Hac Yusuf ragihand ku hêzên rejîmê, li dora nîvro êrîşên xwe zêdetir kirine û weha got:
“ Li başûrê Idlibê, li navçeya Meratinumanê herî kêm bi 13 roket û topan lêdane. Li gor zaniyariyên ewilî herî kêm 5 kes mirine û 25 sîvîl birîndar bûne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin