Hêzên rejîma Esed êrîsê dora Idlibê kirin

13 January 2019 23:12 0 dîtin
Hêzên rejîma Esed êrîsê dora Idlibê kirin

PeyamaKurd- Hêzên rejîma Sûrîyê û grûbên ku Îran destekê dide wan, di nava sînorê Idlibê de bi top û roketan li der û dorên bajêr dixin. Li gor çavkaniyên hêrêmê, li bakûrê Hamayê li navçeyên Latamîne, Kefer Zîta û Morîkê, li rojavayê wê li Cercenazê, li navçeya Xan Şêxûnê û bajarokê Temaniye, li gundê Merendê û Naciyê ku bi ser Cisir Eş Şuxur de ne, bi top û roketan lê dan.

Rêvebirê Parastina Sîvîl Mustafa Hac Yûsûf ragihand ku rejîm li deverên cuda yên bi ser Idlibê ve ne, bi jimareka zêde top avêtiye wan deveran. Yûsûf got ku di êrîşên ser gundên Marand û Naciye de ku bi ser Cisir Eş Şuxir ve ne, kesekî sîvîl miriye û 2 kes birîndar bûne. Birîndaran sewqî nexweşxaneyan kirine.