Ji Urdinê bo rejîma Esed: Hêzên Îranî ji sînoran derxin!

27 September 2021 00:08 0 dîtin
Ji Urdinê bo rejîma Esed: Hêzên Îranî ji sînoran derxin!

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku di hevdîtina hefteya borî ya Sererkanê Urdinê Yusuf el-Huneytî ya ligel rejîma Sûriyê de, ji hikûmeta Sûriyê hatiye xwestin Îranê ji herêma xeta sînor a Urdinê derxin.

Li gorî çavkaniyan Yusuf el-Huneytî di hevdîtinê de di hevdîtina ligel Serekanê Sûriyê Elî Eyyub de yekser ev daxwaza xwe aniye ziman.

Hat diyarkirin ku sererkanê Urdinê gotiye, hebûna Îranê li sînoran li ser Urdinê gefê çêdike û dibe sedema nearamiyê û ji ber wê jî divê hêzên Îran piştgiriya wan dike li herêmê nemînin.