Hêzên rejîma Esed bajarokek din li Idlibê kontrol kirin

11 August 2019 19:09 0 dîtin
Hêzên rejîma Esed bajarokek din li Idlibê kontrol kirin

PeyamaKurd – Rojnameya El Wetan a Sûriyê di raporteke xwe de diyar kir ku hêzên artêşa Sûriyê bajaroka El Habeet a dikeve başûrê parêzgeha Idlibê kontrol kirin.

Li gor nûçeya rojnameyê piştî kontrolkirina bajaroka El Habeetê çekdarên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ ku peyrewên El Qaydeyê ne, reviyane bajaroka Xan Şêxûnê.

Kontrolkirina vê bajarokê ji bo artêşa Sûriyê gelekî girîng e ku dê ji bo kontrolkirina Xan Şêxûnê hêsankariyê bo wan bike.