Hêzên rejîma Esed û milîsên çekdar dîlên xwe pevguhertin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Idbilê hêzên girêdayî rejîma Esed û milîsên çekdarên opozîsyonê dîlên xwe bi hev guhertin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, hêzên girêdayî rejîma Esed û milîsên çekdar piştî hevdîtin û danûstandinên 3 rojan li ser pevguhertina dîlan li hev kirin.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya lihevkirinê de li beramberê termê serbazekî koma Ceyş el İzze û termê efserekî Îranî û 5 leşkerên sûrî, hêzên rejîmê jî 3 milîsên komên çekdar radest dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin