5 milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî rejîma Esed hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke DAIŞê de 5 milîsên çekdar ên bi ser rejîma Esed de ne hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di êrîşa DAIŞê ya dijî xalên Dîfa El-Wetenî li beyara Salhiyê ya nêzî bajarê Bûkemalê ya li gundewarên Dêrazorê de, 5 endamên hêzên Dîfa El-Wetenî yên bi ser rejîmê ve hatin kuştin.
Herwiha SOHRê diyar kiriye ku cenazeyên gelek ji wan milîsan hatine şewitandin û 14 endamên din ên Dîfa El Wetenî jî birîndar bûne.
Li gorî amarên SOHRê di 24 saetên borî de hejmara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El-Wetenî gihîştiye 8 kesan.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku di encama êrîşên asmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê de jî 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin