Wê rejîma Esed û HSD ji bo statuya Rojava û hêzên HSDê bicivin!
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD dest bi hevdîtinên ligel rêveberiya Şamê bo statuya Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola rêveberiya xweser dikin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, di demeke nêzîk de bi navbeynkariya Rûsyayê hevdîtinên HSDê û hêzên rejîma Sûriyê wê dest pê bikin.
Çavkaniyan daye xuyakirin ku wê di hevdîtinên vê carê de, statuya HSDê û yasayîkirina wê û di çarçoveya yasaya 107an rejîma Sûriyê de, statuya rêveberiya xweser were guftûgokirin.
Li gorî nirxandinan mebesta rejîma Sûriyê ya bi ji nû ve destpêkirina hevdîtinan ew e ku ji bo hilbijartinên Seroktiyê yên Sûriyê yên meha Nîsanê têne encamdan piştgiriya HSDê bistîne û van hevdîtinan di navbera herdu aliyan de wekî bazariyekê bikar bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin