Mesrûr Barzanî bi Balyozê Fransa re çend babetên girîng gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê 19ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê Fransa yê Iraqê Eric Chevallier kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina Konsulê Giştî yê Fransa yê yê Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies jî amade bû de, guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û çareserkirina wan li ser bingeha destûrê, mijara sereke bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî dûpatkirina helwesta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya bingehîn a kêşeyan bi rêya gotûbêj û li gor destûrê, tekez kir ku mayîna kêşeyan bêyî çareserî û alozkirina rewşê, di berjewendiya aramî û seqamgîrî û welatiyên Iraqê de nîne.
Mesrûr Barzanî li ser proseya siyasî û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû bal kişand ser girîngiya rêzgirtina li prensîpên hevbeş û beşdariya rasteqîn û hevsengî û lihevkirinê.
Herwiha rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê û girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, mijareke din a hevdîtinê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin