Mesrûr Barzanî bi Balyozê Fransa re êrîsên ser deverên Kurdistanî guftûgo kir

06 December 2021 16:24 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Fransa re êrîsên ser deverên Kurdistanî guftûgo kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Kanûnê pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevalier kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies amade bû, guftûgo derbarê rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û gef û êrîşên terorîstên DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya pêşvebirina hevahengiya di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî de û diyar kir, êrîşên terorîstî li ser xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku beşek ji wan êrîşan, bi armanca valakirin û guhertina demografiya wan navçeyan e.

Balyozê Fransa piştevaniya welatê xwe ji hêza Pêşmerge re di şerê li dijî DAIŞê de û vegerandina aramiyê ji bo wan navçeyên ku rastî gefên terorê hatine, dubare kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê hat guftûgokirin.

Balyozê Fransayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo girtina rêkarên pêwîst ji bo rêgirtina li koçberiya neyasayî û herwiha asankariyên ji bo vegerandina wan koçberên ku bi awayekî dilxwazî vegeriyane Herêma Kurdistanê.