Parêzgarê Hewlêrê li Îmarat besdarî Konferansa Aborîya Herêma Kurdistan û Iraqê bû

22 November 2021 21:04 0 dîtin
Parêzgarê Hewlêrê li Îmarat besdarî Konferansa Aborîya Herêma Kurdistan û Iraqê bû

PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnav ragihand, li bajarê Dubeyî yê paytexta Mîrgehên Yekitiya Erebî (Îmarat), li gel şandeya Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa aborî ya Herêma Kurdistan û Iraqê bûye ku ji aliyê rêxistina IBBC ve hatiye lidarxistin.

Parêzgerê Hewlêrê ragihandiye ku di konferansê de gelek panel derbarê rola aborî ya di dema dijîtal û asoya aboriya Iraqê û bandorên wuze û xwendina bilind û siyaseta darayî de hatin pêşkeş kirin.

Parêzgerê Hewlêrê daye xuyakirin: “Piştre jî me serdana beşa Iraqê li pêşangeha navnetewî ya Dubeyî Expo kir ku ji aliyê balyozê Iraqê li Mîrgehên Yekitiya Erebî Mizefer El Cibûrî ve pêşwazî li me hate kirin.”

Umêd Xoşnaw got: ‘’Piştî serdana beşên pêşangehê û şîrketên Iraqî, li gel beşdarvanên pêşengehê me guftûgo kirin.’’