Parêzgarê Hewlêrê besdarî merasîma sersaxiya 7 sehîdên Pêsmerge bû
PeyamaKurd – Bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê beşdarî merasîma sersaxiya 7 şehîdên Pêşmerge bû û Mesrûr Barzanî bi rêya pêwendiya telefonî sersaxî û hevxemiya xwe ji malbatên serbilind ên heft şehîdên Pêşmergeyan re ragihand.
Nivîsgeha Parêzgarê Hewlêrê bi daxuyaniyekê diyar kir, bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw beşdarî merasîma sersaxiya 7 şehîdên Pêşmergeyên qehreman bûye ku di rûbirûbûna êrîşa DAIŞê de şehîd bibû.
Nivîsgeha Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya pêwendiya telefonî sersaxî û hevxemiya xwe ji malbatên serbilind ên heft şehîdên Pêşmergeyan re ragihand û hêvî xwest, Xwedayê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan.
Terorîstên DAIŞê, pêr bi şev êrîşî çend gundên sînorê qezaya Mexmûrê yên li ser binarê çiyayê Qereçoxê kirin û di encamê de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin