Sanda bilind a Iraqê ji bo bicihanîna rêkeftina Singalê serdana Hewlêrê kir
PeyamaKurd - Şandeke bilin a hikûmeta Iraqê ji bo gotûbêjkirin û bicihanîna rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ku 9ê Cotmehê hatibû îmzekirin, îro 17ê Mijdarê serdana Hewlêrê kir.
Hat ragihandin ku di şanda Iraqê ya ku Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî serokatiya wê dike, û wê bi rayedarên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê re bicive.
Li gorî zanyariyan wê Erecî ji bo diyarkirina rêkar û mekanîzmeyên bicihanîna rêkeftina Şingalê, bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re jî bicive.
Biryar e şanda Iraqî û Qasim Erecî roja Pêncşemê jî serdana bajarê Mûsilê bikin û civîneke berfireh bi amadebûna nûnerên hemû netewe, pêkhate û aliyên sînorê parêzgeha Nînewayê were lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin