Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Iraqê civiyan: 'Pêwîste ji bo bicihanîna rêkeftina Singalê lez bê kirin'
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 24ê Adarê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman El Xanimî kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên emnî yên Iraqê, kar û erkê hêz û dezgehên emnî yên ji bo parastina aramî û asayîşa bajaran, xwepêşandanên vê dawiyê yên li çend parêzgehên Iraqê, metirsiya serhildana terorê, hengavên bicihkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şengalê û çend pirsên din ê girîng û hevbeşbûn hat guftûgokirin.
Her du alîyan tekezî li ser pêwîstiya pêgiriya bicihkirina rêkeftina Şingalê li gel bilezkirina hengavan bi alîkarî û hemahengiya aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê kir û alîkariya hevbeş û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê bi girîng û pêwîst zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin