Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Navxwe yê Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li paytext Hewlêrê bi Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman El Xanimî re civîya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna îro nîvro encam daye de, rewşa emnî ya Iraqê û metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞê, çalakiyên DAIŞê li ser tixûbê di navbera Iraq û Sûriye û girîngiya kontrolkirina wê tixûbê, rewşa derbasgehên tixûbiyên Iraqê, hevkarî û hemahengiya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyên ziyanberketiyên şerê terorê û çend pirseke din hatin guftûgo kirin.
Di hevdîtinê ku Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed jî amadehî kir de, danûstandin li ser berdewamî û pêşvebirina hevkarî û hemahengiya her du Wezaretên Navxweya Federal û Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wan li hemû rûyekê ve hat kirin.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê pêzanînên xwe ji bo rola erênî ya Wezîrê Navxwe yê Iraqê û hewlên wî yên ji bo hevkarî û hemahengiya li gel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê derbirî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin