Ji bo sersalê nêzî 150 hezar gestiyaran serdana Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Desteya Giştî ya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, nêzîkî 150 hezar geştiyar ji bo serê sala 2022yê serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzarê Nadir Rostî eşkere kir: “Ji roja 25.12.2021ê heta roja 31.01.2021ê ango di heyama hefteyekê de 146 hezar û 898 geştiyaran berê xwe dane bajarên Herêma Kurdistanê.”
Nadir Rostî li ser rûpela Facebookê got, ew geştiyar ji bo derbas kirina demên xweş di şeva sersalê de berê xwe dane Herêma Kurdistanê û hejmara geştiyarên hatine parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê wiha eşkere kir:
Hewlêr: 76 hezar û 550 geştiyar.
Silêmanî: 31 hezar û 614 geştiyar
Duhok: 38 hezar û 734 geştiyar

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin