Li Herêma Kurdistanê îsal hatina gestiyaran %31 zêde bû
PeyamaKurd – Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir; nêzîkî 2 milyon û 500 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê, li gor heşt mehên sala borî, îsal hatina geştiyaran %31 zêde bûye.
Li Herêma Kurdistanê, li gor berawirdkirina du salên borî yên belavbûna vîrusa Koronayê û karantîna û girtina balafireh û sînoran, hatina geştiyaran îsal zêde bûye.
Niha mercê çûnûhatina geştiyaran di navbera welatan de, hebûna testa Koronayê û wergirtina her du dozên derziyê ye, ku weke du belgenameyên cîhanî ji aliyê geştiyaran ve tên bikaranîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, di nava du salên borî de, hemû rêkarên xweparastina ji belavbûna vîrusa Koronayê cîbicî kirine, ji daxistina deriyên sînorî heta qedexekirina çûnûhatin û girtina temamê hotel û xwaringehan, ku li gor rênimayên tendirustî yên cîhanî, faktorên bi bandor in ji bo belavbûna vîrusa Koronayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin