Bexdayê 400 milyar dînar mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê sand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi ser Banka Navendî ya Iraqê de, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 200 milyar dînar hat şandin û roja Yekşema bê jî 200 milyar dînarên din ên mûçeyê werdigire.
Jêderekî ji Banka Navendî ya Iraqê ragihandiye, , Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 200 milyar dînar wergirtiye û roja yekşema bê jî 200 milyar dînarên din werdigire ku di heman rojê de jî dest bi dabeşkirina mûçeyan dike.
4ê Nîsana 2023yan di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatibû îmzekirin. Li gorî rêkeftinê, petrol ji aliyê SOMO ve dê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê re bê firotin û dahata wê jî bikeve ser hesabê bankeke taybet a di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin