200 milyar dînar mûçeyê karmendên Kurdistanê di demeke nêzîk de tê sandin
PeyamaKurd – Hat ragihand ku hikûmeta Iraqê li ser şandina 200 milyar dînarê mûçeyê karmendên Kurdistanê razî bûye ku di demeke nêzîk de were şandin.
Li ser mijarê Parlementerê PDKê li parlementoya Iraqê Îxlas Sebah Dilêmî gotiye, lazim e di nav çend rojên bê de 200 milyar dînarê mûçe were şandin ji ber ku ti pirsgirêk û astengiyek li pêşiyê nîne.
Encûmena Wezîran ya Iraqê jî rizamendî nîşan daye ku mûçeyê karmendên Kurdistanê bişîne, lê hê mûçeyê meha borî nehatiye şandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye Hikûmeta Iraqê, di çarçoveya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de heta pesendkirina bûdçeya sala 2021ê divê her meh 200 milyar dînar mûçe bide Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin