Hikûmeta Kazimî mûçeyê 400 milyar dînarî yê karmendên Kurdistanê disîne

20 May 2020 15:38 0 dîtin
Hikûmeta Kazimî mûçeyê 400 milyar dînarî yê karmendên Kurdistanê disîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi hewlên Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê razî bûye 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bo mûçeyê meha derbasbûyî ya Nîsanê bişîne.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihandiye, piştî hewleke zêde ya Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re, îro hikûmeta Iraqê rizamendî li ser şandina beşekê ji wê birê budceya ku pêştir bo mûçeyê dişand daye.

Hat diyarkirin, beşa ji bo meha Nîsanê tê şandin 400 milyar Dînar e ku 53 milyar Dînar kêmî mûçeyên fermanberên Kurdistanê ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê beriya niha li hev kiribû ku Bexda nîvê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ku dike 453 milyar Dînar bişîne.

Lê bi biryara serokwezîrê berê yê Adil Ebdulmehdî, di meha Nîsana borî de şandina mûçeyên karmendan hatibû rawestandin ku şandên Hikûmeta Kurdistanê çend caran ji bo vê mijarê û mijarên din serdana Bexdayê kirin.