Hewlêr | Bingehê projeyeke kanalîzasyonê ya bi 6 milyar dînarî tê avêtin
PeyamaKurd – Kevirê bingehîn yê projeya kanalîzasyona, îro bi serperiştiya Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî, ya bi bihayê 6 milyar û 192 milyon dînar hate danîn.
Li gorî Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî got, “Xerciya projeya kanalîzasyona sindoqê ya ji kolana Kerkûkê li nêzîkî Girdereşeyê heta gundê Qetawî zêdetirî 6 milyar dînar e û dê di heyama 450 rojên da de bi serî bibe.”
Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê, Sasan Ewnî di vekirina projeyê de li gel niştecihên herêmê gotûbêj kir û li pirs û daxwazên welatiyan guhdarî kir û tekezî li ser çareserkirina kêşeyan û karkirina li ser daxwazên wan kir ji bo xizmetkirina zêdetir bi niştecihên Hewlêrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin