Hewlêr | Di 2022an de bi 29 milyar dînaran proje hatine cihbicihkirin
PeyamaKurd – Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê diyar kir, di sala 2022an de li parêzgeha Hewlêrê bi 29 milyar dînaran, proje hatine cihbicihkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya îro belav kir, 40 proje bi budceya %15 ji dahata şaredariya Hewlêrê û 37 proje jî bi budceya geşepêdana parêzgeha Hewlêrê hatine cihbicihkirin. Herwiha 3 proje li ser budceya %100 ya şaredariyê û 11 proje jî li ser pêşîneya dezgehan hatine cibicîkirin.
Di berdewamiyê de destnîşan kir, projeya stratejî ya 150 metrî ya bazneyî ya Hewlêrê bi xerciya zêdetir ji 131 milyon dolar ji Hewlêr - Koyê heta Hewlêr - Şeqlawa û herwiha rêya Gopalê bi zêdetir ji 110 milyon dolar hatine cihbicihkirin.
Wezareta Şaredarî û Geştûguzar eşkere kir, sala borî 7 hezar û 132 ton qîr ji bo çaksazkirin û asfaltkirina cadeyên Hewlêrê hatiye bikaranîn.
Derbarê projeyên keskkirina bajarê Hewlêrê de wezaretê da zanîn, bi destê tîmên endezyariya parkan yên şaredariyê, zêdetirî 121 hezar dar û 182 hezar kulîlk hatin çandin. Vê yekê bandorek erênî li zêdekirina rêjeya keskiya bajêr kir ku niha gihîştiye %19.5, ligel dabînkirina jîngeheke pak.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin