Li Hewlêrê Korbenda ‘Çandinî Dahata me ye’: ‘Em hewl didin hemû planên çandiniyê bicih bikin’
PeyamaKurd - Wezareta Çandiniyê û Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê bi sernavê “Çandinî Dahata Me Ye” korbendekê li Hewlêrê li dar dixe ku bi çend panelan guftûgo derbarê veberhênana di sektora çandiniyê de tê kirin.
Korbenda “Çandinî Dahata Me Ye” îro 17ê Çileyê 2022yan ji aliyê Wezareta Çandiniyê û Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ûi sponsoriya Kurdistan24ê li Hewlêrê dest pê kir.
Di destpêka korbendê de, Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî gotaretek pêşkêş kir û got: “Bi hêvî me, em bi hev re tiliya xwe deynin ser kêmasiyan û siyaseta xwe ya pêşerojê darêjin. Em hewl didin hemû planên me di vê derbarê de danîne, bi cih bikin.”
Serokê Komîteya Veberhênanan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî jî di korbendê got: “Ev destpêkeke baş e ji bo cîbicîkirina siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dîtin û ramanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo kar û xizmeta gelê Kurdistanê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin