Li Hewlêrê korbenda bazirganî ya sektora çandiniyê tê lidarxistin

16 January 2022 20:33 0 dîtin
Li Hewlêrê korbenda bazirganî ya sektora çandiniyê tê lidarxistin

PeyamaKurd - Wezareta Çandiniyê û Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê, korbendeke çandiniyê li dar dixe û tê de çend panelên derbarê veberhênana di sektora çandiniyê de têne lidarxistin.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Husên Hemekerîm ji K24ê re ragihand, korbend bi hevahengiya Wezareta Çandiniyê û Desteya Veberhênanê birêve diçe.

Hemekerîm got, di korbendê de hemû bername û planên hikûmeta herêmê û saziyên pêwendîdar bi armanca pêşxistina sektora çandiniyê, rola sektora taybet di çandiniyê de û rakirina astengên li pêşiya pêşketina wan, dê bên gotûbêjkirin.

Husên Hemekerîm eşkere kir, Desteya Veberhênanê bi hemahengî li gel Wezareta Çandiniyê çend projeyên ku ji sektora çandiniyê ne ragihandine û niha ew hewl didin zeviyan ji bo wan projeyan dabîn bikin.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê ragihand diyar kir, rola sektora taybet di geşepêdana aborî û cîbicîkirina çend projeyên girîng û stratejîk de hebû û bi taybet di sektora çandiniyê de.