Korbenda pêsxistina pîsesaziyê li Hewlêrê birêve diçe
PeyamaKurd – Li Hewlêrê, bi serperiştiya Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, korbenda pêşxistina pîşesaziyê birêve diçe.
Serperiştyarê korbendê Xoşewî Mihemed diyar kiriye: “Armanca sereke ya korbendê, nîşandana pêşketina Herêma Kurdistanê ye di warê pîşesazî û bilindkirina çalakiyên aborî de.”
Xoşewî Mihemed daye zanîn: “Sektora pîşesazî ku kargehan vedike, ji bo firotina berhemên navxweyî, rola wê ya girîng heye. Niha kargehên me yên baş li Herêma Kurdistanê hene û berhemên wan hinardeyî çendîn welatan têne kirin.”
Mihemed herwiha eşkere kiriye: “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî berdewam tekezî li pircûrekirina dahatên navxweyî dike, da ku pişta xwe bi dahatên ji bilî petrolê ve girêbidin. Sektora pîşesaziyê jî yek ji sektorên sereke ye ji bo pircûrekirina dahat û girîngîdana berhemên navxweyî.”
Serperiştyarê korbendê destnîşan kiriye: “Em dixwazin bi girîngîdana sektora pîşesaziyê, bêhtir derfetên kar ji bo ciwanên Kurdistanê derxin holê û çavên ciwanan tenê li erkdarkirin û mûçeyê nebe.”
Herwiha di çend panelên korbendê de, wê li ser sektora geştiyariyê ya li Herêma Kurdistanê jî gotûbêj were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin