Balyozê Rûsyayê: Armanca Rûsyayê bihêzkirina pêwendiyên Moskow û Hewlêrê ye

29 September 2024 21:24 0 dîtin
Balyozê Rûsyayê: Armanca Rûsyayê bihêzkirina pêwendiyên Moskow û Hewlêrê ye

PeyamaKurd - Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Îlyberûs Kudraşov diyar kir ku armanca welatê wî ew e ku pêwendiyên xwe lizgel Herêma Kurdistanê bihêz bike.

Kudraşov di konferansa navneteweyî ya hevpar a di navbera Zanîngeha Soran û Akademiya Zanistî ya Rûsyayê de hat lidarxistin de gotarek pêşkêş kir.

Balyozê Rûsyayê amaje bi wê yekê jî kir ku Moskow bi armanca bihêzkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê di warên cuda de xebatan dimeşîne û got: "Moskow pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê weke beşekî ji pêwendiyên dualî yên di navbera Rûsya û Iraqê de dibîne û gringiyê dide dilpakiya gelê Kurdistanê."

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê, balê kêşa ser dîroka pêwendiyên navbera kurd û Rûsan û dom kir: "Dîroka pêwendiyên Kurd û Rûsan vedigere sedsala 18an. Dema ku Rojhilat bû navenda nakokiyan, di siyaseta derve ya Împaratoriya Rûsyayê de, Navenda Zanistê ya ku li ser etnîsîte û çanda kurdan lêkolîn dike hate damezirandin. Di nîveka sedsala 20an de jî Serokê Kurd ê azadîxwaz Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe çûn Yekîtîya Sovyetê û demeke dirêj li wir man. Gelek ji wan bi gelên Rûs re têkilîyên malbatî û xizmî danîn."

Kudraşov diyar kir ku Rûsya Kurdan di hevsengiya siyasî ya Iraq û welatên din ên herêmê de weke faktoreke gring dibîne û got: "Pêwendiyên me yên siyasî û dîplomatîk bi dostên me yên Kurd re, bi awayekî pir çalak didomin. Ji ber vê yekê jî hevdîtinên li ser mijarên heyî yên li ser asta herêmi û cîhanî hatin lidarxistin."

Kudraşov di derbarê pêwendiyên dualî yên navbera Hewlêr û Moskowê yên di warê perwerdeyê de jî wiha got:

"Îsal hikûmeta Rûsyayê kotaya ku ji bo xwendekarên Kurd li zanîngehên serekî yên welêt dixwînin ji 60î derxist 70yî. Di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zanîngehên Rûsyayê de danûstandinên rasterast hatin destnîşankirin. Ji bo vekirina beşa Rûsyayê ya li Kurdistanê hewldan hene û ev ji bo Herêma Kurdistanê ezmûnek e. Ey yek wê ji bo pevguhertin û avakirina pêwendiyên bikêrhatî bibe fersendeke baş."