Mesrûr Barzanî: Armanca me ya sereke, avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz e

06 March 2022 19:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Armanca me ya sereke, avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê  6ê Adarê di ‘Korbenda Pîşesazîyê ji bo Dabînkirina Bazar û Kar li Hewlêrê’ de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Ji destpêka vê kabîneyê ve, me kar ji bo hemecurkirina aborî û girîngîpêdana bi tevahiya sektoran kir, ji bo tenê pişt bi çavkaniyeke dahatê girê nedin. Bi taybet me girîngiyeke mezin bi sektora pîşesazî û çandiniyê daye û di vî warî de heta niha me çendîn proje encam dane. Armanca me ya sereke, avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz ji Herêma Kurdistanê re ye.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir, tevî hemû qeyranan, ew ti carî ji kar û pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê ranewstiyane û got, “Di heyama temenê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, me çendîn projeyên girîng û stratejîk li seranserî Herêma Kurdistanê di warên curbicur de pêk anîn, wek rê, pîşesazî, elektirîk û geştiyariyê ku hin ji wan hatine bicihanîn û hin jî di qonaxa cibicîkirinê de ne.”

Mesrûr Barzanî da zanîn, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên wê yên girîng û bihêz ji bo girîngîpêdana bi sektora pîşesazî hene, bi taybet di warên pîşesaziya xwarek, petrokîmyayî, pîşesaziya kanzeyan, dabînkirina madeyên xam ji bo pîşesaziyên biçûk û mamnavend û dirustkirina çend herêmên pîşesaziyê li bajarên Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser pêwendiyeke baş û dostane di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û got: “Bi baweriya me, pêşketina Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de ye û pêwîst e xwişk û birayên me bi wî çavî li pêşketina Herêma Kurdistanê binêrin, ne berovajî wê ku hewla bidin astengî, kêşe û pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re dirust bikin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, “Em ji vir de dubare dikin ku xwazyarê baştirîn pêwedî bi bi Hikûmeta Federal re ne û bi her awayekî berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dikin, ji bo Herêma Kurdistanê zêdetir bi pêş bikeve û aştî û aramiyê li hemû Iraqê pêk were.”