Mesrûr Barzanî : Ewlehiya xwarin û cotkarî wek armanca me ye
PeyamaKurd- Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Kargeha Destar ya Ardî de, li Dihokê de ragihand, “Giringîdana bi sektora çandiniyê û karkirina ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê, yek ji armancên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Giringîdana bi sektora çandiniyê û karkirina ji bo dabînkirina ewlehiya xwarekê, yek ji armancên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji bo vê mebestê jî di van salên dawî de me bi hevahengî ligel sektora taybet kar kiriye ji bo cibicîkirina çendîn projeyên girîng li Herêma Kurdistanê di warê bazarkirin û kirîna genim û dexlûdanê cotkaran.”
Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de balê kişand ku cotkarên me, heta çend salên borî gelek di reşeke bêhêvî û zehmet de bûne lê tekez kir ku ew girîngiyê dide hilberîn peydakirina bazarên cotkarî wiha berdewam kir: "Em hemû hewlên xwe didin ji bo dabînkirina ewlehiya av û xwarinê û piştgiriya berhemên navxwe û berhemên cotyaran. Em cotkarên xwe piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştevaniya wan bike û kar ji bo peydakirina bazarên navxwe û derve ji bo berhemên wan dike.”
Mesrûr Barzanî got: Wekî ku hûn haydar in, di hemaya çend salên borî de piroseya hinardekirina berhemên navxweyî yên cotyarên me ji bo bazarên derve dest pê kiriye û dê berdewam jî be.
Herwesa ragehand, “Kurdistan her ji serdemên kevin ve devereke giring a çandinê bûye û xwediya erdekî berfireh û zengîn e. Eger wekî pêdivî feyde jê bê wergirtin, mimkin e em heta asteke baş ewlehiya xwarinê ji xwe re dabîn bikin û ji bo Îraqê û cîhanê jî bibin çavkaniyeke xwarinê”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo ku hewcedariya xwarin û xurekan ji navxweyî bê hilberîn girîngî dana cotkarî û kertê taybet girÎng nirxwan û got “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hemî hêsankariyan ji bo kertê taybet pêşkêş bike ji bo ku bi kertê giştî yê Herêma Kurdistanê ber ber bi qonaxeke pêşkeftî bibe. Lewma ez daxwazê ji weberhênerên Herêma Kurdistanê dikim ku weberhênanê di kertên çandinê û pîşesaziyê de bikin ji bo ku em aborê Kurdistanê zêdetir vejînin û kêmtir pişta xwe bi derve girê bidin bi merema dabînkirina pêdivîtiyên navxweyî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin