Mesrûr Barzanî di xwarina WP ê de bi gelek siyasetmedaran re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya zîrwa Davosê de xebatên dîplomatîk li ser navê Herêma Kurdistanê dimeşîne. Îro rojanama Washington Postê xwarinekî organîze kir û Barzanî di xwarinê de bi gelek lîder û endamên kongra Amerîkayê re hevdîtinan kir. Di xwarina rojnama Washington Postê de serokên dewletan, ji Awrûpa û Rojhilata Navîn gelek wezîr, endamên Kongra Amerîkayê û karsaz hebûn.
Mesrûr Barzanî di xwarinê de bi serokkomarê Letonyayê Egils Levits, bi serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, bi serokê Forma Aboriyê ya Dinyayê Klaus Schwab, bi wezîrê karên derve yê Pakistanê Bilawal Bhutto Zardari û bi endamên kongra Amerîkayê re hevdîtinan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin