Mesrûr Barzanî: Armanca sereke rêkeftina li ser mafên esasî ye

09 September 2019 17:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Armanca sereke rêkeftina li ser mafên esasî ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê bi nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li şandeka NY bi serokatiya nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Hat ragihandin ku di civînê de bi giştî behsa rewşa Iraq û deverê hat kirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir.

Mesrûr Barzanî got, “Hevdîtin di navbera herdu aliyan de didomin. Armanca sereke ji wan hevdîtinan ew e ku herdu alî bigihin rêkeftinê li ser wê esasê ku mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê parastî bin.”

Mesrûr Barzanî da xuyakirin, tevî rewşa zehmet ya darayî ya Herêma Kurdistanê jî bûye stargeha koçberan û penaberan ku ew hewandine.

Di civînê de herwiha behsa rewşa Kerkûkê jî hat kirin û herdu alî di wê baweriyê de bûn ku divê madeya 140 ya Destûra Iraqê were bicihanîn û rewşa bajêr jî normal bibe.