Mesrûr Barzanî: Armanca me ew e ku hemû pêwîstiyan di nava Kurdistanê de çêkin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, armanca wan ew e ku hemû pêwîstiyan di nava Kurdistanê de çêkin.
Serokwezîr Barzanî ku îro li Hewlêrê fabrîqeya paketkirin û kartonê ya şîrketa Fabyab vekir, daxuyanî da.
Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew kêfxweş in ku sektora pîşesazî li Herêma Kurdistanê pêş dikeve û got: “Ev yek dikare gelek alîkar be bo piştevanîkirina sektora çandiniyê, ku heya demekê me karîbû berhemên cotyaran û berhemên xwemalî hinarde bikin. “Çalakiyên bi vî rengî ji bo ambalajkirin, cil û berg û mijarên din ên ku divê bên kirin ji bo ku berhemên me wek markayeke Kurdistanî bên hinardekirin, gelek alîkar in.”
“Berhemên me xwedî tahmeke taybet in û daxwazeke mezin li wan tê kirin. Tiştê ku maye ew e ku meriv wê bi rêk û pêk pak bike û hinarde bike. Kargehên wiha jî dikarin ji bo vî karî gelek alîkariya me bikin.” Mesrûr Barzanî got, bi qasî ku ez dizanim, bi Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê re lihevkirinek heye. Her çend ev yek ji bo berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê gelek sûdmend be, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikare zêdetir alîkariya sektora pîşesazî bike.” wî got.
Barzanî got, “Armanca me ew e ku bi qasî ku ji destê me tê em hemû pêdiviyên xwe di nava Kurdistanê de hilberînin. Ev ê ji mirovan re gelek derfetên kar çêbike. Tiştê ku min li vir bihîst ew e ku di vê kargehê de ji bo bi sedan ciwanan derfetên kar hatine afirandin ku ev yek pir hêvîdar e."
Serok Barzanî piştevaniya hikûmetê ji bo sektora taybet diyar kir û tekez li ser wê yekê kir ku ew ê kar bikin ku Herêma Kurdistanê roj bi roj ber bi pêşve biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin