Mîrê Êzidiyan: Divê di kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê Êzidî jî cî bigirin
PeyamaKurd - Mîrê Êzîdiyan li Iraq û Cîhanê Hazim Tehsîn Beg, ji serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwest ku nûneratiya Êzîdiyan di hikûmeta nû ya Iraqê de wek postên wezîr û rêveberên giştî hebe.
Mîrê Êzîdiyan li Iraq û cîhanê Hazim Tehsîn Beg, bi daxuyaniyekê daxwaz ji Sûdanî kir: “Di dema ku em pîrozbahiyê li cenabê we dikin ji ber erkdarkirina we ya ji bo postê serokwezîriyê, em dixwazin karesatên li Êzidiyan hatine kirin bi bîr bixin ku ya herî dawî jenosîda Şingalê ya li ser destên terorîstên DAIŞê bû.”
Mîrê Êzidiyan dibêje: Her kesê ku dîrokê bixwîne, baş ji wê têdigihe ku Êzidî mîratgirên şaristaniya kevnar a Iraqê û ji gelên xwecihî û olên kevnar ên vî welatî ne.”
Mêr Hazim Tehsîn Beg got: “Em weke Mîrê Êzidiyan dixwazin dewleteke sivîl û welatîbûnê li ser bingehê maf û erkan were avakirin, nûnetatiya hemû pêkhateyên gelên Iraqê û di nav de Êzidî tê de hebe û li gorî qebare û hejmara wan di postên payebilind de beşdar bin.”
Herwiha got: “Li ser bingeha mafê niştimanî û destûrî, em daxwazê ji we dikin ku di kabîneya nû de nûneratiya Êzîdiyan bi dadwerî û wekhevî hebe û postekî wezarî ji bo wan were dayîn, herwiha em daxwaza postên rêveberê giştî û saziyên serbixwe jî dikin.”
Mîrê Êzidiyan doawiyê jî got: “Em hêvîdar in ku daxwazên me yên rewa rê li ber bicihkirina wan bê vekirin û li ber çavên xwe bigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin