Sûdanî: Divê hêzên koalîsyonê bi lez ji axa Iraqê derkevin

11 January 2024 12:59 0 dîtin
Sûdanî: Divê hêzên koalîsyonê bi lez ji axa Iraqê derkevin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî diyar kir ku ew dixwazin hêzên koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ku li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ava bûne, bi lez û bez ji axa Iraqê vekişin.

Sûdanî jî ji Reutersê re axivî, hebûna hêzên koalîsyonê li Iraqê rexne kir.

Sûdanî diyar kir ku ew dixwazin hêzên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê bi lez û bez ji Iraqê derkevin, Sûdanî got ku ew dixwazin derketina van hêzan ji xaka Iraqê bi "danûstendinê" pêk were.

Wî herwiha diyar kir ku hebûna hêzên hevpeyman li Iraqê dikare encamên şer ên li Xezzeyê yên herêmî "bêîstiqrar" bike.

Sûdanî herwiha got: “Pêwîst e pêwendiyên bi hêzên hevpeyman re bên birêxistinkirin û amaje bi wê yekê jî kir ku nabe ev yek bibe sebebê ti aliyekî navxweyî û derve yê ku bixwaze aramiya Iraq û navçeyê têk bide.”