Sûdanî: Pêdiviya Iraqê êdî bi hêzên biyanî nemaye!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî îro 14ê Tebaxê bi fermandarên leşkerî yên Iraqê re civînek pêk anî.
Sûdanî di civînê de got ku pêdiviya Iraqê êdî bi hêzên biyanî li Iraqê nemaye û bal kişand ser, pêwendiyên Iraqê bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê re gihîştiye asteke pêşketî.
Serokwezîrê Iraqê diyar kir, “Ji ber şerê bi DAIŞê re hemû cîhan deyndarê Iraqê ye” û wiha pê de çû: “Armanca DAIŞê ne tenê Iraq, hemû cîhan bû. DAIŞê li hemberî welatên herêmê planeke berfireh amade kiribû.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, DAIŞê sala 2014an Mûsil kontrol kiribû û piştre jî hin deverên parêzgehên Selahedîn, Kerkûk, Diyala û Enbarê xistibû destê xwe ku Iraqê sala 2017an jî têkçûna DAIŞê ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin