Wê hikûmeta Iraqê budçeya 266 trilyon dînaran pêskesî Parlamentoyê bike
PeyamaKurd – Hikûmeta ji bo gotûbêjkirina ser lîsteya yasaya budçeya 2024ê civîneke awarte li dar dixe. Hate diyarkirin, wê deng ji lîsteyê re bê dayîn û piştre ji Parlamentoya Iraqê re bê şandin.
Eencûmena wezîrên Iraqê, îro ji bo gotûbêjkirina derbarê lîsteya yasaya budceya 2024ê de civîneke awarte pêk tîne.
Rojnameya Sebah a Iraqê ragihandiye, di vê hefteyê de encûmena wezîrên Iraqê lîsteyê dê bişîne parlamentoyê û pêşkeşî lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê bê kirin.
Endamê lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê Muîn Kazimî got, îro encûmena wezîran dê deng li ser lîsteya budceya 2024ê dide û wê ji parlamentoyê re bişîne.
Di lîsteya hatiye amadekirin de lîmîtê hatiye diyarkirin 226 trilyon dînar e û li gor zanyariyan dê ew lîmît bê kêmkirin û dê bibe 210 trilyon dînar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin