Hikûmeta Kurdistanê li ser budçeya gistî ya Iraqê dicive

26 January 2019 16:03 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê li ser budçeya gistî ya Iraqê dicive

PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku dê encûmena wezîran li ser bûdceya sala 2019 ya Iraqê bicive.

Sefîn Dizeyî ji medya Kurdistanê re ragihand, encumena wezîran ya hikûmetê dê sibê li ser bûdceya giştî ya Iraqê bicive û helwesta xwe eşkere bike.

Dizeyî got, rojeva sereke ya civînê bûdceya Iraqê ye û dê li ser çend mijarên din jî bê rawestîn.

Budçeya giştî ya Iraqê ku pişka herêma Kurdistanê jî tê de hebû, roja 23yê Çile liz parlamentoya Iraqê hat pesendkirin ku tê de meaşên Pêşmerge û karmendên Kurdistanê jî hatiye danîn.