Hikûmeta Kurdistanê ji bo paqijî û ava Zaxoyê 3 milyar û 291 milyon dînar terxan kir

12 December 2021 15:56 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo paqijî û ava Zaxoyê 3 milyar û 291 milyon dînar terxan kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 milyar û 291 milyon dînar ji bo serokatiya şaredariya Zaxo terxan kir ku ji bo paqijkirina devera Zaxo û derdora wê mehane jî 274 milyon û 250 hezar dînar ji roja 07.01.2022ê pê de bê dayîn.

Proje ji aliyê şîrketa Hêzil ve tê bicihanîn û ew pere li ser budceya serokatiya şaredariya Zaxo dê bê xerc kirin.

Herwiha bi armanca tekoşîna li hember belavbûna nexweşiyan û nehiştina pîsbûna ava vexwarinê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê razîbûn nîşan daye li ser cudakirin û xerckirina pereyê ava Zaxo ku madeyên paqijkirina ava vexwarinê ji bo salekê bên kirîn.

Hat diyarkirin ku wê ew pere jî li ser budçeya asayî bê xerc kirin û bi awayê next qonax bi qonax wê bê dayîn.