Hikûmeta Kurdistanê ji bo projeyên Ranyayê nêzî 400 milyon dînar terxan kir

12 October 2021 20:24 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo projeyên Ranyayê nêzî 400 milyon dînar terxan kir

PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya projeyên xizmetguzarî yên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bajar û bajarokên Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî da terxankirin û xerckirina nêzîkî 400 milyon dînaran ji bo bajarê Ranya yê girêdayî parêzgeha Silêmanîyê.

Di daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rizamendî li ser xerckirina bi qasî 382 milyon û 900 hezar dînar da, bi mebesta cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî ji bo beşek ji taxên bajarê Ranyayê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev budce bi şêweya neqdî ye û qonax bi qonax ji ser budceya veberhênanê ya Wezareta Bajarvanî Geştûguzarî dê were xerckirin.