Hikûmeta Kurdistanê li Akrê 21 projeyên xizmetê bicih tîne
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya pêkanîna projeyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li navçeya Akrê ya Duhokê, 21 projeyên xizmetê bi nirxê 9 14 milyar dînaran têne bicihkirin.
Nivîsgeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zarê Şaredarê Akrê Bilind Reza ragihand: “Kabîneya Nehem gavên girîng ji bo bicihkirina projeyan li navçeya Akrê avêtine: 21 proje bicih kirine, ji wan 12 proje hatine temamkirin û 9 ji wan bi bihayê 14 milyar dînaran, di warê bicihkirinê de ne.”
Hate diyarkirin ku ew proje di sektorên rê, perwerde, geştiyarî û sektorên cihêreng ên xizmeta xelkê navçeyê de ne.
Akrê 120 km dikeve başûrê rojhilatê Duhokê ku Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya girîngîdana navçe, bajarok û bajarokan de, hejmarek projeyan lê bicih kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin