Sanda Swêdê 11 welatiyên xwe yên malbatên DAISê ji Kampa Holê wergirtin
PeyamaKurd - Berpirsê Daîreye Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Ebdulhekîm Omer ragihand, Hikûmeta Swêdê 11 welatiyên xwe yên ku malbatên çekdarên DAIŞê ne û li kampa Holê bûn wergirtin.
Ebdulkerîm Omer daye xuyakirin ku Rêveberiya Xweser roja Çarşemê 3 jin û 8 zarok radestî şandeke Wezareta Derve ya Swêdê kirine û diyar kir. di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û Swêdê de belgeyeke fermî ya veguhestinê ji bo radestkirina wan 11 kesan hatiye îmzekirin.
Şandeke Brîtanya roja 18ê Cotmehê bi serokatiya Şanderê Taybet ê Brîtanya yê bo Sûriyê, Jonathan Hargreaves jî serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û 3 zarokên DAIŞê yên Brîtanî ji Rêveberiya Xweser wergirtibûn.
Herwiha ji destpêka Cotmehê ve Almanya û Danmarkê jî bi giştî 48 hemwelatiyên xwe ji kampên li Rojavayê Kurdistanê wergirtibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin