Hesekê | 300 terorîstên DAISê xwe teslîmî HSDê kirin
PeyamaKurd – Li girtîgeha Sinaa ya taxa Xiwêran a Hesekê ji şeva 20ê Çile ve piştî êrîşa terorîstên DAIŞê, şer dewam dike.
Li gorî daxuyaniyên dawî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rewş li Hesekê di bin kontrolê de ye, lê şerê di nav girtîgehê de hîn jî berdewam dike û heta niha bi sedan terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 27 şervan jî şehîd bûne.
Berdevkê HSDê Ferhad Şamî îro Duşemê danê êvarî ragihand ku bi sedan serhildêrên girtîgeha Hesekê piştî banga teslîmbûnê xwe radestî hêzên wan kirine.
Şamî eşkere kir, 300 terorîstên DAIŞê tevî çekên xwe teslîmî hêzên wan bûne û operasyona ser girtîgehê jî wekî hatiye plankirin berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin