Herî kêm 65 terorîstên DAISê xwe radestî rayedarên Afxanistanê kirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Nangarharê ya li rojhilatê Afxanistanê, herî kêm 65 terorîstên DAIŞê xwe radestî rayedarên Afxanistanê kirin.
Parêzgarê Nangaharê bi daxuyaniyekê diyar kir, terorîstên DAIŞê yên xwe radest kirine, poşmaniya xwe ji ber kiryarên xwe yên berê kirine, nîşan dane.
Li gorî parêzgarê Nangarharê, çekdarên DAIŞê piştî navbênkariya rûspiyên eşîrên herêmê, li herêmên "Kot" û "Bati Kot" xwe radest kirin.
Heman çavkanî eşkere dikin, ew çekdar bi mercê ku sîstema giştî binpê nekin, hatine efûkirin.
Berî du hefteyan jî, Talîbanê destserkirina "walîyê DAIŞê" li parêzgeha Nangarharê ragihandibû.
Piştî ku Tevgera Talîbanê dest danî ser Kabulê di navîna meha Tebaxa borî û girtî vala kirin, bi sedan çekdarên DAIŞê berê xwe dan wîlayeta Nangaharê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin