HSDê 206 girtiyên DAISê radestî Iraqê kir

20 June 2022 17:27 0 dîtin
HSDê 206 girtiyên DAISê radestî Iraqê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 206 ciwanên Iraqî yên endamê rêxistina terorîst DAIŞê ku li cem wan girtî bûn, ji bo dadgehkirinê radestî hêzên ewlekariya Iraqê yên sînorê parêzgeha Neynewayê kir.

Li gorî ragihandina Qaymeqamê Mûsilê Emîn Feneş, ew kes roja 19ê Hezîranê hatine radestkirin û hemû Iraqî ne ku  li Rojavayê Kurdistanê di girtîgehên HSDê de hatibûn girtin.

Qaymeqamê Mûsilê diyar kiriye ku piştî radestkirina wan, rêkarên qanûnî û lêkolîn û darizandin wê ligel wan bê kirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî HSDê hejmarek çekdarên DAIŞê yên girtî radestî Iraqê kiribûn ku li gorî amaran hê jî zêdetirî 3 hezar û 500 DAIŞîyên iraqî di girtîgehên HSDê de ne.