YNK: Me ji ber fisarê girtiyên DAISê radestî Iraqê û esîrên ereb kir

20 May 2020 18:47 0 dîtin
YNK: Me ji ber fisarê girtiyên DAISê radestî Iraqê û esîrên ereb kir

PeyamaKurd - Endamê Frakisyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Parlementoyê Ebdulnasir Ehmed mikur hat ku YNKê ji ber fişarê girtiyên DAIŞê yên li girtîgehên Silêmaniyê radestî hêzên Iraqê, îdareya Kerkûkê û serok eşîrên ereban kiriye.

Ebdulnasir Ehmed ji BasNewsê re daye xuyakirin ku doh 19ê Gulanê serkirdayetiya YNKê bi serokên hozên ereb, hêzên Iraqî û îdareya Kerkûkê li hev kiriye ku wan dîlên DAIŞê yên çend sal in li Silêmaniyê girtîbûn radest bikin.

Parlamentarê YNKê gotiye: “Neçar bûn wê yekê bikin, ma em biçin şer bikin? Belê rast e, me ew dîlên DAIŞê radestî îdareya Kerkûkê kiriye ji bo ku werin dadgehkirin, çimkî merc nîne hemû DAIŞî bin û pêwîst nake ev hemû fişar li ser YNKê be.”

Ebdulnasir Ehmed dibêje: “Her carê û bi awayekî xirab dikin. Di 16ê Cotmehê de me dît çi bi serê YNKê anîn. Bi berdewamî fişar ji ber Kerkûkê li ser YNKê ne. Hemû hizb li ser radestkirina Kerkûkê axivîn. Lewre haya wan ji meseleyê nîne. Me çi kiribe bi fermî kiriye. Ew dîlên DAIŞê li sînorê YNKê bûn. Em rêkeftin û me ew radest kirin.”

Derbarê rexneyên li ser YNKê jî Ebdulnasri Ehmed dide xuyakirin: “Divê YNK ligel îdareya Kerkûkê lihev bike. Çare nîne ji ber Kerkûkê gelek fişar li ser me heye.”